SANA: Hewleke DAIŞê ya ji bo teqandina mezargeha Seyida Zeyneb hat pûçkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Îstixbarata Sûriyeyê hewleke DAIŞê ya ji bo teqandina mezargeha Seyida Zeyneb li Şamê pûç kir.
Ajansa fermî ya Sûrî “SANA” îro 11ê Çile belav kir, “Ajansa Îstixbarata Sûriyeyê bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Giştî li gundewarê Şamê, karî hewleke teqandina mezargeha Seyida Zeyneb pûç bikin.
Diyar kir jî, bergumanên êrîşa terorîstî hatin desteserkirin.
Perestgeha Seyîda Zeyneb, perestgeheke girîng a Şîeyan e ku li başûrê Şamê ye. Pêştir ji aliyê hêzên Hizbullaha Libnanî ve dihat parastin, lê niha di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şamê de ye.