Li Riyadê civînek ji bo piştgirîkirina aramiya li Sûriyeyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Erebî û Navdewletî ya taybet bi gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê, îro 12ê Çile li Riyadê, Paytexta Erebistana Siûdî dest pê kir, bi armanca pêkanîna aramiyê piştî rûxandina rêjîma serokê berê Beşar Esed.
Wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê, Iraq, Libnan, Urdin, Misir, Brîtanya û Almanya beşdarî civînê dibin û Amerîka û Îtalya jî li ser asta cîgirê wezîrên derve beşdar dibin.
Wekî ku pêştir hatibû ragihandin, Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt, Sekreterê Giştî yê Hevkariya Kendavê jî amade bibin Casim Mihemed El-Bidêwî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen tevlî civînê dibin.
Rojeva sereke ya civînê, li ser gavên ku divê ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê bên avêtin, e.
Civîna îro, di berdewamiya civîna meha borî ya li bajarê Eqebe yê Urdinê de tê ku Komîteya Têkiliyan a Wezîran li ser Sûriyeyê di wê demê de ragihandibû: “Em li kêleka gelê Sûriyeyê ne, ji bo avakirina welat û parastina aramî, ewlehî û yekitiya wî.”