Almanya 50 milyon euro ji Sûriyeyê re dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, welatê wê dê 50 milyon euro ji bo xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê li Sûriyeyê dabîn bike.

Annalena Baerbock îro 12ê Çile di konferansekê de li Riyadê got: Berlîn 'rêyeke jîrane ji bo rakirina sizayan pêşniyar kiriye, da ku gelê Sûriyeyê hinekî din hest bi aramiyê bike.”

Got jî: “Niha pêwîst e gelê Sûriyeyê zû sûdê ji veguhestina desthilatê werbigire û em ê bi berdewam alîkariya Sûriyan bikin, wek ku me di salên şerê navxweyî de kiriye.”

Wezîra Derve ya Almanyayê da zanîn: “Em ê 50 milyon euroyên din ji bo xwarinê û pêdiviyên bijîşkî li Sûriyê dabîn bikin.”

Tekezî li ser wê yekê kir: “Divê sizayên li ser hevalbendên Beşar Esed ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de tawanên giran kirine, berdewam bin.”

Ev daxuyanî di demekê de ye, Wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê, Iraq, Libnan, Urdin, Misir, Brîtanya û Almanyayê û nûnerên Amerîka û Îtalyayê li Siûdiyê beşdarî civînekê ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê dibin.

Herwiha Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt, Sekreterê Giştî yê Hevkariya Kendavê jî amade bibin Casim Mihemed El-Bidêwî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen tevlî civînê dibin.

Rojeva sereke ya civînê, li ser gavên ku divê ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê bên avêtin, e.

Civîna îro, di berdewamiya civîna meha borî ya li bajarê Eqebe yê Urdinê de tê ku Komîteya Têkiliyan a Wezîran li ser Sûriyeyê di wê demê de ragihandibû: “Em li kêleka gelê Sûriyeyê ne, ji bo avakirina welat û parastina aramî, ewlehî û yekitiya wî.”