Kurdistan24 naveroka civîna îşev a Hevpeymaniya Îdareya Dewletê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê eşkere dike, “Di civîna îşev a Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî wê dibe, danûstandin li ser pişrsa mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrolê, tevî hilbijartinên bê yên Civata Nûnerên Îraqê û metirsiyên li ser Îraqê di rewşa nû ya Rojhilata Navîn de tên kirin.”
Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan îro (Yekşem, 12.01.2025) li Bexdayê eşkere kir, “Biryar e îşev civîna Îdareya Dewletê bê kirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî wê civînê bibe, sibe jî Serokê Herêma Kurdistanê bi serkirdeyên aliyên siyasî û her çar serokatiyên Komar û Civata Nûneran û Dadwerê Îraqa Federal re dicive.”
Dîlan Barzan amaje jî da, “Mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û raspardeyên duhî yên Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê yên girêdayî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tevlî civîna Îdareya Dewletê tên kirin, ji bo ku ew arêşe bê çarekirin û di sala 2025ê de neyê dubarekirin.”
Navbirî herwesa got, “Herwesa xwandina duyê ji bo pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û deng l iser bê dan, ku girêdayî edilandina qanûna budceyê ye û biryar e sibe Civata Nûnerên Îraqê li ser bicive. Madeya 12ê ya wê edilandinê girêdayî dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye.”
Peyamnêrê K24ê ron jî kir, “Ew arêşeyên pêştir hebûn, xasma jî di diyarkirina bihayê 16 dolaran de ji bo xerciyên derxistina her bermîleke petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê, ku di dema borî de hejmareke firaksiyonan li Civata Nûnerên Îraqê nerazîbûna xwe li ser wê pirsê diyar kiribû, herwesa dixwazin lihevkirineke siyasî di navbera aliyên siyasî de bê kirin.”
Dîlan Barzan herwesa got, “Li dû wê tekista ji Hikûmeta Federalî çûye Civata Nûneran, bihayê xerciya derxistina petrolê bi wê edilandina hatiye diyarkirin 16 dolar in, ku divê Herêma Kurdistanê her rojê 400 hezar bermîlên petrolê bide destê Kompaniya SOMOyê. Niha jî aliyên siyasî yên Îraqê û xasma jî Hikûmeta Îraqê dixwaze dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike ve, ji ber ku armanca wan ew e ku ji bilî benderê Besreyê, deriyekî din hebe wekî Benderê Ceyhanê ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê tê re derbaz bibe.”
Navbirî eşkere jî kir, “Arêşeyên darayî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî dê pareke giring a civînan bin, herwesa pirsa hilbijartinên Îraqê jî ku biryar e li dawiya îsal bên kirin û dirêjkirina jiyê komisyonê ku heftiya borî Civata Bilind a Dadwerî du sal li jiyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dirêj kirin, dê mijarên tewerekî din bin.”
Peyamnêrê K24ê herwesa got, “Li dû qanûna hilbijartinan, divê li dawiya îsal hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê bên kirin.” Eşkere jî kir, “Rewşa Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û gef û metirsiyên li ser Îraqê jî dê mijarên aliyekî din ê danûstandinên nav civîna Îdareya Dewletê bin.”