Îdareya Dewletê: Mimkin e arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi danûstandinan bê çarekirin

Civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê
Civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Îdareya Dewletê piştî bidawîhatina civîna xwe beyannameyek parve kir û tê de got, “Mimkin e arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi danûstandinan bê çarekirin.”

Hevpeymaniya Îdareya Dewletê îro (Yekşem, 12.01.2025) li Koçka Hikûmî li Bexdayê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Civata Nûnerên Îraqê Mehmûd Meşhedanî, civiya.

Hevpeymaniya navbirî piştî bidawîhatina civîna xwe beyannameyek parve kir û tê de tekez kir ku, “Mimkin e arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi danûstandinan bê çarekirin.” Amaje jî da, “Divê aliyên siyasî pabendî karnameya hikûmetê bin.”

Wê hevpeymaniyê di beyannameya xwe de tekez li ser pirinsîpa neguher a Îraqê bi rûbirûbûna qebxwaziyan û rûdanên deverê û cîhanê kiriye, bi awayekî ku berjewendiyên Îraqê tê de parastî bin.