Mehma Xelîl: Divê parlamentoya Iraqê jenosîda Êzdiyan nas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Iraqê Mehma Xelîl û du parlamenterên din ên Êzîdî gotin, ew bang li Parlamentoya Iraqê dikin ku tawanên DAIŞê yên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd nas bike.

Parlamenterê parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl li gel 2 parlamenterên din ên Êzidî konfiranseke rojnamevaniyê li parlamentoya Iraqê pêk anî û ragihand, biryara naskirina jenosîda Êzidiyan ji aliyê parlamentoya Iraqê ve giring e, ji ber ku parlemantoyên 13 welatan tawanên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan, weke jenosîd qebûl kirine.

Mehma Xelîl got jî: “Projeyasayek me heye, emê hemû hewlên xwe bidin, ji bo wê yekê bikin yasa, ku di projeyasayê de aliyên ewlekarî, civakî û darayî hene, ji bo Êzidî ji hemû aliyan ve werin qerebûkirin. Herwiha ew yasa jî bibe parêzvanek ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanan, ji ber ku Êzîdî di dîroka xwe de 74 caran hatine qirkirin.

Parlamenterê Iraqê Mehma Xelîl got jî: “Heta ev projeyasa, dibe yasa, em ê di hewlên xwe de berdewam bin.”

 
Fly Erbil Advertisment