Berdevkê ENKSê naveroka civîna bi Nûnerê Serok Barzanî re aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) aşkere dike, “Peyama Serok Barzanî li cem ENKSê û Fermandarê Giştî yê HSDê bi erênî pêşwazî lê hate kirin.”

Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî îro 13ê Çile serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bi awayekî cuda ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl re civiya û peyama yekrêziyê ya Serok Barzanî gihand her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê naveroka civînê de, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re diyar kir, “Serok Barzanî berî çend rojan bi Desteya Serokatiya ENKSê re civiya, ta ku guhdariya me kir ku pêwîstî û daxwazên miletê me çi ne, ta ku alîkariyê bi me re bike. Serok Barzanî jî tekezî li ser yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî kir. Hatina nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya pêkanîna yekrêziya Kurdî bû.”

Feysel Yûsif tekezî li ser wê yekê kir: “Peyama Serok Barzanî li cem me wek ENKSê cihê rêzgirtinê ye û pêşwaziyê lê dikin. Wek ji me ji Nûnerê Serok Barzanî jî bihîstiye ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî pêşwazî li peyama Serok Barzanî kiriye. Miletê me jî bi yekê dilxweş e.”

Herwiha got jî: “Em bi hêvî ne ku encama hatina Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di rojên gelekî nêzîk de diyar bibin û em lihev bikin, ji ber ku pêştir me li ser nêrîna siyasî ya hevbeş û Lêvegera Kurdî ya Bilind lihev kiriye.”  

Berdevkê ENKSê got jî: “Em spasiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin ku îro nûnerê xwe hatiye serdana me. Serok Barzanî her tim piştevaniya gelê me dike û berê jî sînor ji gelê me re vekir û çavdêriya yekrêziya Kurdî kiriye. Em îro jî bi hêvî ne ku peyama Serok Barzanî biçe serî.”