Hadî Amirî: Pirsgirêka nirxê derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amirî tekez kir, Encûmena Nûnerên Iraqê razî bûye ku yasaya bûdceyê ya girêdayî bi Herêma Kurdistanê, were sererastkirin.

Amirî îro 13ê Çile ji rojnamevanan re got: “Di yasaya bûdceya salên 2023-2024-2025 de, berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê 8 dolar hatibû destnîşankirin, lê li Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ev nirx gelekî kêm e. Bi bawerîya min ev pirs dê bê çareser kirin û di perlemantoyê de dengdan dê li ser bê kirin.”

Amirî amaje bi wê yekê jî kir, ti pirsgirêka wan bi Hewlêrê nîne û nabe pirsgirêk çêbibin û ew ti cudahiyê di navbera her du hikûmetan (Federal û Herêma Kurdistanê) de nabînin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokê Hevpeymaniya Fetih bal kişand ser Wê yekê ku hikûmeta federal ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan cidî ye.

Ev daxuyaniyên Amirî piştî wê tê, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amirî re civiyabû.

Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa hevkariyên siyasî û ewlekarî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û tekez li ser girîngiya karê hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên li pêş Iraqê kirin.

Di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina diyaloga di navbera hemû aliyên siyasî de kirin, ji bo gihîştina bi nêrîneke hevbeş a niştimanî ku xizmeta aramî û pêşketina welat bike.

Her li vê hevdîtinê de, pêşhat û pêşhatên dawî yên li navçeyê û bi taybetî guhertinên li Sûriyê û bandora encamên wan û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.