Berpirsên rêveberiya nû ya Şamê sibe serdana Tirkiyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Derve û Bergirî û berpirsê hewalgiriya rêveberiya nû ya Sûriyeyê, sibe serdana Tirkiyeyê dikin.
Li gor medya Tirkiyeyê, rêveberiya nû ya Şamê serdana xwe ya li ser asta jor bo Tirkiyeyê pêk tîne û Wezîrê Derve Es’ed Şîbanî, Wezîrê Bergiriyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Hewalgêriyê Enes Xetab, sibe 15ê Çile yekem serdana Enqerê dikin.
Medya Tirkiyê pêştir ragihandibû, serokê rêveberiya nû Ehmed Şera di demeke nêzîk de dê serdana Tirkiyeyê bike, lê çavkaniyên Sûrî ev nûçe piştrast nekiribûn.
Şera pêştir derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re gotibû: “Hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê dê têkiliyên stratejîk bi Tirkiyê re pêş bixîne, ji ber ku Tirkiyeyê hejmareke mezin a penaberan parastine û alîkariya wan kiriye.”
Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan du caran serdana Şamê kiribû û bi Ehmed Şera re civiyabû.
Hakan Fîdan li Şamê gotibû, “Nîgeraniyên we di dema 14 salên borî de nîgeraniyên me bûn. Em hêvîdar in tevaya pêkhateyan di paşeroja Sûriyeyê de dilxweş bin. Tirkiye Sûriyeyê tenê nahêle, Erdogan bi we re dimîne. Divê kar ji bo vegerandina seqamgiriyê ji bo Sûriyeyê û nehêlana terorê bê kirin, xelk dikare vegere welatê xwe.”