Lavrov: Divê mafên Kurdan li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê bên misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, nexwestina rejîma berê ya Sûriyeyê ku desthilatê bi opozîsyonê re parve bike, yek ji sedemên herî girîng ên rûxandina wê ye.
Lavrov îro 14ê Çile di konferanseke rojnamevanî de got, Di deh salên borî de, piştî ku serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaz ji Rûsyayê kir ku destêwerdanê bike û piştî avakirina formula Astana û alîkariya welatên erebî, desthilatên Şamê ti pêşveçûn di pirosesa siyasî de nekir û xwast rewş wek xwe bimîne.
Lavrov amaje bi wê yekê jî kir, hikûmeta Sûriyeyê ti îradeya parvekirina desthilatê bi opozîsyonê re nîşan neda, li vir ne behsa opozîsyona “terorîst” tê kirin.
Lavrov got: “bi paşdexistina pirsgirêkan re, cezayên aborî hat danîn û aboriya Sûriyeyê xeniqand. Di heman demê de jî, aliyê Rojhilat ê dewlemend bi petrolê, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû dagîrkirin û dahatên wê ji bo piştgiriya ruhê cudaxwaziyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatin bikaranîn.”
Wezîrê Derve y Rûsyayê aşkere kir: “Me bi Kurdan re behsa pêwîstîya hebûna desthilata navendî kir, lê wan got ku Amerîka dê alîkarîya wan bike, da ku hikûmeta xwe ava bikin. Me ji wan re got ku Tirkiye û Îran rê nadin ku dewleteke we ava bibe û divê mafên we di çarçoveya Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê de bên misogerkirin.”
Lavrov got jî: “Şamê jî guh neda gotûbêjan çaksaziyê yên ku Neteweyên Yekgirtî, platforma Moskoyê, platforma Qahîreyê û opozîsyona ku li Stenbolê dimîne behsa wan dike, vê yekê jî pêwendiya aliyan bigihin rêyeke girtî ku di encamê de ev teqîn pêk hat.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir jî “Balyozxaneya me ji Şamê derneketiye û peywendiya me berdewam e û em dixwazin di rewşa niha de hevkar bin.”