HSD: Li Minbicê 28 çekdar hatin kuştin û 36 çekdar jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şer û pevçûnên li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê, 28 çekdarên ku Tirkiyeyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û 36 çekdar jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 14ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, çekdar bi erebeyên BMB û zirxî êrişî Mezreya Ebû Seîd a li başûrê rojhilatê Minbicê kirin û şerekî giran rû da, di encamê de 5 erebeyên zirxî û du erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin û li 18 kombûnên çeteyan hate xistin.
Da zanîn jî, Di pevçûnan de 23 çekdar hatin kuştin, 24 çekdar jî birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e. Di encama êrişan de jî, 4 şervanên HSDê birîndar bûn.
Li eniya Pira Qereqozaqê jî şervanên HSDê li xal û kombûnên çekdaran li gundên Qebû Îmo, derdora Girê Syrialet xistin. Di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
Li eniya Dêr Hafirê jî, dronên Tirkiyeyê 3 caran xalek hêzên HSDê bombebaran kirin, lê ti zerar çêbûn. Her wiha 4 dronên xwekujî gundê Miftahiyê bombebaran kirin. Şervanan dronek xist xwarê, 3 dronên din bêyî ku zirar çêbin teqiyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, şervanên HSDê li gundê Îmam 4 çalakiyên asmanî li dijî kombûnên çekdaran kirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çekdaran nehat tesbîtkirin.