Nêçîrvan Barzanî cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Qewiltasê pîrozbahiyê li Kakeyîyên Kurdistan û Îraq û her cihekî cîhanê dike û tekez dike ku, ew dê wekî herdem parêzerên mafên wan bin. Herwesa dibêje, “Kurdistan dê ji bo tevaya pêkhateyên wê welatê pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 14.01.2025) bi helkeftina cejna Qewiltasê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li Kakeyîyên Kurdistanê û Îraq û her cihekî cîhanê kir.

Ev jî naveroka wê ye:

Ez bi germî û ji dil cejna Qewiltasê li tevaya xûşk û birayên Kakeyî li Kurdistan û Îraq û her cihekî cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im her sal û bi xêr û xweşî û bextewerî vegere û cejneke tena û asode derbaz bikin.

Her bi vê helkeftinê, em xûşk û birayên xwe yên Kakeyî piştrast dikin ku em dê wekî herdem parêzerên mafên wan bin, û Herêma Kurdistanê ji bo tevaya pêkhateyên wê dê welatê pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê bimîne.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14.01.2025