Serok Barzanî Cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî Cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike û dibêje, “Ez hêvîdar im xûşk û birayên Kakeyî û tevaya pêkhateyên Kurdistanê helkeftin û cejnên xwe bi dilxweşî û tenahî bikin.”
Serok Barzanî îro (Sêşem, 14.01.2025) bi helkeftina Cejna Qewiltasê peyameke pîrozkirinê pêşkêşî Kakeyîyên Kurdistanê kir, ev jî tekista wê ye:
Bi helkeftina hatina cejna Qewiltasê ya Kakeyîyan, ez pîrozbahiyeke germ li xûşk û birayên Kakeyî yên Kurdistanê dikim. Ez hêvîdar im xûşk û birayên Kakeyî û tevaya pêkhateyên Kurdistanê helkeftin û cejnên xwe bi dilxweşî û tenahî bikin, herdem ji nexweşî û derdeseriyan dûr bin, ez daxwaza xweşî û bexteweriyê ji we re dikim.
Mesûd Barzanî
14.01.2025