Macron Îniya bê serdana Libnanê dike

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê li roja Înê serdana Libnanê dike, ev jî dibe serdana yekê ya Macron ji bo Libnanê piştî ku Cozêf On wekî Serokê Komara Libnanê dest bi karê xwe kir.

Serokatiya Libnanê îro (Sêşem, 14.01.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Cozêf On bi Balyozê Fransayê li Libnanê Herve Magro re danûstandin li ser amadekariyên girêdayî mijara serdana Serokê Fransayê ji bo Libnanê kirine, ku biryar e li roja Îniya bê wê serdanê bike.”

Ev jî di demekê de ye ku Serokê Fransayê Emanuel Macron li roja Înê, 10.01.2025, bi rêya peywendiyeke tilefonî pîrozbahî li Serokkomarê Libnanê yê nûhilbijartî Cozêf On kir.

Macron di wê peywendiyê de piştevaniya Fransayê ji bo Libnanê û bizavên Serokkomarê Libnanê ji bo pêkanîna hikûmetê û hevgirtina Libnanê tekez kir.

Fermandarê Bilind ê Serbazî yê Artêşa Libnanê Cozêf Xelîl On li roja Pêncşemê (09.01.2025) bi piraniya dengên endamên perlemana welatê xwe wekî Serokê Libnanê yê 14ê hat hilbijartin.