Wezîrê Derve yê Sûriyeyê diçe Tirkiyeyê û bi sê berpirsên bilind re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê desthilata nû ya Sûriyeyê serdana Enqereyê dike û bi Wezîrê Derve û du berpirsên din ên bilind ên Tirkiyeyê re dicive.

Wezîrê Derve yê desthilata nû ya Sûriyeyê Eshed Hesen Şîbanî îro (Çarşem, 15.01.2025) bi hevaltiya Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesre û şandeke bilind a hikûmetê serdana Enqereya paytexta Tirkiyeyê dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di ragehandinekê de amaje daye, “Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şîbanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin re dicive.”

Şîbanî di postekê tora civakî ya Xê de li ser wê serdanê amaje daye, “Tirkiye di 14 salên borî de qet gelê Sûriyeyê tenê nehêlaye.”

Ev serdana yekê ya Wezîrê Derve yê desthilata nû ya Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ye û pêştir serdana Qeter, Siûdiye, Îmarat û çend welatên din ên deverê kiriye. Şîbanî di serdanên xwe de tekez kiriye ku, armanca wan ew e peywendiyeke bihêz bi hemî welatan re hebe.

Ev serdan di demekê de ye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî (MÎT) çend rojan piştî nemana Rijêma Esed li roja 08.12.2024ê, serdana Sûriyeyê kir û li Şamê bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Tê çaverêkirin ku tewerekî civînên Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bi berpirsên Enqereyê re mijarên girjî û aloziyên navbera komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li Rojavayê Kurdistanê be, ji ber ku ji hingê ve ku Rijêma Esed nema şer û alozî di navbera wan de berdewam in, tevî ku car car bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest di navbera wan de tê ragehandin.