“Divê kurdên Rojavayê Kurdıstanê bo yekrêzIya xwe derneg nemînin”
Stenbol (K24) – Siyasetmedar û kesayetên diyar ên Bakurê Kurdistanê serdana Nûnerê Serok Barzanî taybet bo karûbarên Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî bo ENKS û Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî wekî gavekî girîng û çarenûsaz dibînin û di wê baweriyê de ne ku ev serdan dê danûstandinên aliyên rojavayê Kurdistanê yên bo yekrêziyê bileztir bike û encamên diyar bi xwe re bîne. Li gor wan, divê kurdên rojavayê Kurdistanê sûd ji dîroka yekrêziyê ya başûrê Kurdistanê werbigrin û guhdarê bang û peyamên Serok Barzanî bin.
Serdana Nûnerê Serok Barzanî taybet bo karûbarên Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê ENKSyê û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî karvedan bi xwe re anî.
Kesayetên diyar û siyasetmedar di wê baweriyê de ne ku piştî vê serdanê dê pêwendiyên aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê nêziktir bibe lê girîng e ku pêvajoya avakirina yekrêziya Kurdî bi hemahengiya Herêma Kurdistanê bi rê ve biçe.
Serokê Berê yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr ji K24ê re got: “Ev serdan gelek girîng e, dinya hemû serdana rojavayê Kurdistanê dike çima Kurd jî serdana wir nekin. Li gor min Serok Barzanî karekî gelek bidqedir kiriye. Heta niha çavê herkesî serdaneke wiha bû û herkes pirsa ‘Herêma Kurdistanê çima rola xwe nagerîne’ dikir? Wisa diyar e bo yekrêziya Kurdî dê danûstandin zêde bibin û divê navnîşana van danûstandinan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê be ku qibleya hemû Kurdan e.”
Vê dawiyê hêzên navdewletî yên wekî Amerîka û Fransa jî bo yekrêziya aliyên rojavayê Kurdistanê li ser xet in û siyasetmedarekî bakurê Kurdistanê balê dikşînê ser vê hewlê û hişyariyan dide: Derfetên dîrokî hatine ber deriyê Kurdan û ev derfet divê nebin qurbana berjewendiyên biçûk ên siyasî û kurdên rojavayê Kurdistanê di zûtirîn dem de yekrêziya xwe ya siyasî û netewî ava bikin.
Siyasetmedar Fuad Onen dibêje: “Helwesta Ewropî û Amerîkiyan bo Kurdan bêgûman hêja ye. Lê ya ku wê helwestê dê destnîşan bike, siyaseta Kurdî ye. Lihevkirina Kurdan pêwîst e. Divê Kurdên rojavayê Kurdistanê bi hemahengiya başûrê Kurdistanê yekrêziya xwe siyasî û netewî ava bikin. Ji ber ku gef tenê li ser rojavayê Kurdisanê nînin, li ser başûrê jî gef hene. Niha li me tê ferzkirin ku em hêviya demokrasiyê ji Bahçelî û Colanî bikin. Lê her du jî dijminê demokrasiyê Kurdan in.”
Serdana Nûnerê Serok Barzanî bo aliyên rojavayê Kurdistanê, ne tenê wir, parçeyên din ên Kurdistanê jî kelecan kiriye û hêviyên yekrêziya geş bûne. Kurdên rojavayê Kurdistanê ev 10 sal in hewla yekrêziya xwe didin, lê heta niha çi encameke diyar bidest nexistine. Tê çaverêkirin serdana Nûnerê Serok Barzanî encamên zelaltir û çarenûsaz li pey xwe bîne.