Serokê HAK-PARê: Pêşniyara Serok Mesûd Barzanî di berjewendiya hemû Kurdan de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ragihand, pêşniyara Serok Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, siyaseteke rasteqîn e û di berjewendiya hemû Kurdan de ye.
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê belav kir, Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan duh 15ê Çile bi telefonê bi Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl re axivî.
Diyar kir jî, di pêwendiyê de, Dûzgûn Kaplan li ser geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe parve kirin û piştgiriya HAK-PARê ji bo ENKSê dubare kir.
Duzgun Kaplan amaje bi wê kir, pêşniyara Serok Mesûd Barzanî ya bo kurdên Rojava ku li gel hevtayên xwe yên li Şamê ji bo mafên rewa yên kurdan bi awayekî bihêz û hevgirtî hevdîtinan bikin, polîtîkayek rasteqîn e û di berjewendiya hemû kurdan de ye.
Da zanîn jî, Serokê HAK-PARê ji Serokê ENKSê re got ku ew di wê baweriyê de ne, ENKS dê li Rojavayê Kurdistanê roleke dîrokî bilîze, hemû kurdan xweş bike û daxwaza serkeftinê ji wan re kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl jî li ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin agahî dan û dilxweşiya xwe bi eleqe û piştgiriya HAK-PARê anî ziman, ku ew wek partiyeke dost dibînin.
Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî roja13ê Çile serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bi awayekî cuda ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl re civiya û peyama yekrêziyê ya Serok Barzanî gihand her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re diyar kir, “Hatina Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya pêkanîna yekrêziya Kurdî bû.”
Herwiha got jî: “Em bi hêvî ne ku encama hatina Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di rojên gelekî nêzîk de diyar bibin û em lihev bikin.