Fuad Hisên: Hikûmeta Îraqê dixwaze komên çekdar razî bike ku çekên xwe danin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê radigehîne, “Îraq ji ber hebûna DAIŞê li Sûriyeyê nîgeran e û daxwaza piroseyeke siyasî ya tevgir dike.”
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 16.01.2025) di daxuyaniyekê de ku ajansa Reutersê parve kiriye amaje da, “Çek li derveyê desthilata dewletê qebûlkirî nîne.”
Fuad Hisên herwesa amaje jî da, “Îraq ji ber hebûna DAIŞê li Sûriyeyê nîgeran e û daxwaza piroseyeke siyasî ya tevgir dike.”
Wezîrê Derve yê Îraqê herwesa got, “Hikûmeta Îraqê dixwaze komên çekdar razî bike ku çekên xwe danin.”
Ev di demekê de ye ku Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ragehandiye, “Divê komên çekdar bên bêçekkirin.”