Serokê Fransayê gehişt Libnanê

Serokê Fransayê gehişt Libnanê
Serokê Fransayê gehişt Libnanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê ji bo piştgiriya Serokê Libnanê yê nû gehişt Beyrûtê, û biryar e bi berpirsên wî welatî re bicive û behsa nûtirîn pêşhatên deverê bike.

Serokê Fransayê Emanuel Macron seet 06:00 ê serê sibeha îro (În, 17.01.2025) gehişt Beyrûta paytexta Libnanê, û biryar e bi Serokkomarê Libnanê yê nûhilbijartî Cozêf On re bicive.

Koçka Elîzê di ragehandinekê de amaje daye, “Merema serdana Macron ji bo piştevaniya Serokê Libnanê yê nû û Serowezîrê raspartî Newaf Selam e ji bo çespandina serweriya Libnanê, gerentîkirina jiyarxweşiyê û parastina hevgirtina wî welatî.”

Herwesa biryar e Serokê Fransayê Emanuel Macron Serokê Perlemana Libnanê jî bibîne, ku hevpeymanê Hizbulaha Libnanê ye.

Emanuel Macron herwesa bi Fermandarê Hêza Unifelê Aroldo Larazo re bicive, ku di eynî demê de serokatiya Lijneya Çavdêriyê ya Agirbesta Navbera Libnan û Israîlê dike, ku endamên wê lijneyê nûnerên Israîl, Libnan, Fransa, Amerîka û hêza aştîparêz a Unifelê ne.

Piştî du salan ji valahiya postê Serokê Komara Libnanê, Cozêf On li roja 09.01.2025ê wekî serokê nû yê wî welatî hat destnîşankirin.