Îran û Rûsya lihevkirineke stratejîk a 20 salî îmza dikin

Mesûd Pizîşkiyan û Vladimir Putin
Mesûd Pizîşkiyan û Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Îran û Rûsya lihevkirineke stratejîk îmza bikin, ji bo vê meremê jî Serokê Komara Îslamî ya Îranê gehişt Koçka Kremlinê li Moskoyê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (În, 17.01.2025) bi serdaneke ragehandî gehişt Moskoyê û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li ser bihêzkirina peywendiyên siyasî, aborî û serbazî yên navbera Tehran û Moskoyê civiya.

Peyamnêrê K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed ragehand, “Balafira Serokê Komara Îslamî ya Îranê seet 10:15 ê sibeha îro li Balafirxaneya Navdewletî ya Moskoyê dada û li dû zanyaran, Pizîşkiyan rasterast ber bi Koçka Kremlinê çû û biryar e seet 03:00 piştî nîvroyê civîna lûtkeyê dest pê bike.”

Peyamnêrê K24ê herwesa ragehand, “Piştî hevdîtina navbera her du aliyan, lihevkirina stratejîk tê îmzakirin, ku ji bo 20 salan berdewam dibe û ji 47 xalan pêk hatiye.”

Pêştir Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî ragehandibû, “Ev lihevkirinnameya stratejîk wekî lihevkirinnameya Rûsya û Koreya Bakur ji bo dijatîkirina çi welatekî nîne, belkî giringîdana bi peywendiyên aborî yên her du welatan e û xasma jî di warên xwandin û enerjiyê de.”