Mezlûm Ebdî: Hevdîtina me li gel Serok Barzanî cihê kêfxweşiyê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re radigihîne, “Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be.
Fermandarê Giştî yê HSDê îro 17ê Çile daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Hevdîtina me li gel Serok Mesûd Barzanî cihê kêfxweşiyê bû.”
Mezlûm Ebdî li ser naveroka hevdîtinê aşkere kir: “Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.”
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha got: “Me tekez kir ku giringîya yekîtîya kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”
Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 17, 2025
Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.… pic.twitter.com/V0lhjuZnVz
Serok Mesûd Barzanî duh 16.01.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Baregeha Barzanî belav kir, “Di hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.”
Herwiha tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bê desttêwerdana çi aliyekî û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, û pêxemetî gerentîkirina mafên wan bi yekrêzî û yekhelwestiya hevpar bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigehin hevfêmkirinê û lihevkirinê, herwesa fakterên aştî û seqamgiriyê bin û rêyê li dubarebûna wan nexweşiyan bigirin ên ku bi serê gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatine.