Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma sûndxwarinê ya Donald Trump dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Heta niha hejmarek ji serkirde û nûnerên welatan bo beşdariya li merasîma sûndxwarinê ya Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump giheştine Washingtonê. Biryar e Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bibe. 

Merasîm dê roja 20ê Çile li avahiya Capitol a Washingtonê tê lidarxistin. Di nav mêvanên vexwendî de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfa Ezîz jî ji bo beşdarbûna merasima sûndxwarina 47emîn Serokê Amerîkayê hatiye vexwendin.

Tirîfa Ezîz ji Kurdistan24 re got: “Em li bendê ne ku li gel hikûmeta nû ya Amerîkayê kar ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên herdemî ligel wî welatî bikin.”