Berpirsê Liqa 15ê ya PDKê: Pilanek ji bo biçûkkirina Xaneqînê heye

Ekber Heyder
Ekber Heyder

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa 15ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigehîne, “Pilanek ji bo biçûkkirina Xaneqînê û Erebîkirina wê heye, di eynî demê de hêzên Kurdî vê pilanê red dikin.”

Berpirsê Liqa 15ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Ekber Heyder îro (În, 17.01.2025) tevlî geşteke nûçeyên Kurdistan24ê bû û got, “Qezakirina komelgehên Gulale û Qeretepeyê ku deverên biarêşe ne berevajî madeya 140ê ya destûrê Îraqê ye.”

Berpirsê Liqa 15ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê herwesa ragehand, “Divê Serokê Komara Îraqê û nûnerên Kurdan li Bexdayê bên ser xetê û rêyê li vê Erebîkirinê bigirin.”

Ekber Heyder herwesa amaje jî da, “Pilanek ji bo biçûkkirina Xaneqînê û Erebîkirina wê heye û hêzên Kurdî vê pilanê red dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment