Ehmed Şera û Serokê Îmaratê li ser berdewamiya alîkariya gelê Sûriyeyê lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desthilata Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan li ser berdewamiya hevahengî û alîkariya gelê Sûriyeyê li hev kirin.
Serokê Desthilata Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan duhî 17ê Çile di pêwendiyeke têlefonî behsa hevahengî û hevkariyên gelê Sûriyeyê kirin û gotin, giring e ev alîkarî berdewam bin.
Di peywendiya telefonî de, her du aliyan li ser çawaniya xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera her du welatan de, ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevpar gotûbêj kirin.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevahengiyê û xurtkirina hewlan ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê û parastina yekparçeyiya xaka wî welatî kirin û pabendbûna xwe bi karkirina bi hev re ji bo bidestxistina aramî û pêşketinê li herêmê nîşan dan.