ICC: Em amade ne berpirsên rejîma Esed ji tawanên wan bipirsin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) amadehiya xwe nîşan da, rêjîma berê ya Beşar Esed ji tawanên ku li Sûriyeyê hatine kirin, berpirsyar bibîne.
Ajansa “SANA” ya Sûrî belav kir, Serokê Desthilata Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve Es’ed Şîbanî duh 17ê Çile pêşwazî li Serokê Dadgeha Tawanan a Navdewletî Kerîm Xan kir.
Di vê derbarê de Nivîsgeha Ragihandinê ya Kerîm Xan got, ev serdan li ser vexwendina hikûmeta Sûrî ya veguhêz hat, ji bo piştgiriyê bide nasandana berpirsîyarîya tawanên ku ji aliyê rêjîma Beşar Esed ve li welat hatine kirin.
Da zanîn jî, Serokê Dadgeha Tawanan ya Navdewletî amadehiya xwe diyar kir, ji bo berpirsiyariya wan kesên ku di tawanên berê yên rêjîma Esed de beşdar in.
Roja 8ê Berçileya 2024an rêjîma Beşar Esed ket, rêxistinên mafên mirovan texmîn dikin ku zêdetir ji 150 hezar kes piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di sala 2011an de winda bûne, piraniya wan di nava zindanên rêjîma Beşar Esed de hatine kuştin.