Hevserokê DBPê: Civîna Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî ji bo dabînkirina mafên Kurdan gelek girîng bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DBPê civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi “pir girîng” binav kir û pêwîst dît ku “Rêberên Kurd li ser bingeha peyama yekîtî û yekrêziya gelê Kurd têbikoşin.”
Hevserokê Giştî ya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir di civîneke çapemeniyê de li ser hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê axivî û got: “Civîn ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û mafên gelê Kurd gelek girîng bû.”
Li gorî Bayindir, Serok Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî de, piştgirî da peyama rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Bayindir da zanîn jî, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku divê çalakî di jêr alaya Kurdistanê de bên kirin, ne jê alaya partîtî.
Hevserokê DBPê got: “Divê hêz û rêveberên siyasî yên Kurd li ser bingeha peyama yekrêziya gelê Kurd têbikoşin.”
Derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku ger Kurd di vê pêvajoyê de bibin yek, gelê Kurd dê bibe xwedî destkeftiyên mezin.”
Herwiha Partiya Herêmên Demokratîk daxuyaniyek nivîskî di vê derbarê de belav kir û tê de ragihand:
Yekitiya Kurdan Temînata Pêşeroja Azad û Hevpar a Gelan e
Di şexsê Rojhilata Navîn de di vê sedsalê de di hevsengiya hêzên kurewî de guherînin dîrokî pêk tên. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkhatina Yekitiya Netewî ya Kurd, di warê hebûn û têkoşîna mafên Kurdan de xwedî cihekî dîrokî ye. Gelê Kurd ê ku di her kêliyên dîrokî de rastî polîtîkayên înkarê hatine, îro di warê avakirina pêşeroj û parastina destkeftiyên xwe de derfetên dîrokî dijîn. Geşedanên ku îro li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan dide ku; divê gelê Kurd çima yekitiya xwe ava bike û hêzên xwe bi awayekî hevpar mezin bike.
Li ser esasên Yekitiya Netwî, pêkhatina yekiniya Kurdan li hember gefên ku destkeftiyên netewî hedef digrin, pêdiviyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê, di navbera Kurdan de yekitî, di navbera hêz û siyaseta Kurdan de avakirina tifaqan û pêşxistina têkiliyan hem ji bo armancên hevpar û hem jî ji bo diyarkirina stratejiyeke netewî wê derî ji derfetan veke.
Di vê çarçoveyê de em wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtina ku duh li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Kurd de pêk hat, gelek girîng û qedirbilind dibînin. Di vî warî de hêviya me ew e ku; li ser esasên Yekitiya Netewî hêzên Kurd di navbera xwe de pêwendiyên erênî ava bikin û van pêwendiyan bi pêş bixin.
Gelê Kurd sed sal in bê statu hatiye hiştin. Ji bo ev rewş xwe dubera neke û dîrok car din şahida têkçûyîna Kurdan neke, divê yekitiya gele Kurd, tifaq û hevkariya gelê Kurd bi her awayî li ser esasên nirxên netewî pêş bikevin. Ev yek wê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê deriyên jiyaneke azad, demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke.
Yekitiya ku wê di navbera gelê Kurd de pêk were, ne tenê di warê yekiniya hêzan de, wê di warê dîrok, çand û pêşerojeke hevpar de jî jiyaneke nû ava bike. Ji ber vê yekê jî avakirina Yekitiya Netewî ya Kurd li gel qada siyasî di warê çand û civakî de jî berpirsyariyeke dîrok ye. Parastina destkeftiyên gelê Kurd, ne bi perçebûn û têkçûyînê, wê bi yekitî û aştiya di navbera gelê Kurd de pêk bê.
Tifaqa di navbera hêzên Kurd de, wê hem ji bo îro û hem jî ji bo avakirina pêşeroja Kurdan bibe gaveke bingehîn. Bi vê mabestê ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyanake azad, wekhev û demokratîk ava bibe wek DBP em ê bi ruhê Yekitiya Netewî bangawazî û hewldanên xwe bidomînin.