Cemîl Bayik: Heta niha me ti peyam ji Abdullah Ocalan wernegirtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê KCKê Cemîl Bayik derbarê pêvajoya nû de dibêje, heta niha wan ti peyam ji Abdullah Ocalan wernegirtine.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji kenaleke nêzîkî PKKê re axivî û têkildarî geşedanên piştî hevdîtina şanda dem Partiyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re got. heta niha tu agahî ne ji Abdullah Ocalan, ne jî ji dewletê gihiştiye wan”
Cemîl Bayik diyar kir, di rewşa heyî de dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê şerekî mezin dimeşîne. Herwiha got, eger dewleta tirk bi rastî jî dixwaze xwişk-biratiyê pêş bixe, divê mafên kurdan esas bigire.
Tekezî li ser wê yekê jî kir, her çiqas şande çûbûn hehvdîtin bi Ocalan re kiribin jî, tecrîda li ser wî ranebûye û dewam dike û Ocalan di nava şert û mercên tecrîdê de nikare rola xwe bilîze.
Amaje bi wê jî kir, Abdullah Ocalan deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê belav kir. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan manîfestoyek e û pir eşkere da diyarkirin ku wê pirsgirêk çawa bên çareserkirin. Divê dewlet jî bi eşkere fikir û nêrînên xwe diyar bike. Dewlet di vir de gavan naavêje, lewma ev yek gumanan çêdike. Divê ev guman rabin.
Di vê derbarê de, Endamê şanda Îmraliyê Ahmed Turk pêştir gotibû, piştî serdana duyem, yan ya sêyem bo Îmraliyê, Abdullah Ocalan dê bang li PKKê bike ku çekan deyne.