Şam: Em li hêviya vegera bo Komkara Erebî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Es’ed Şîbanî got, ew li bendê ne ku Sûriye vegere nav Komkara Erebî.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê “SANA” ragihand, Serokê Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve Es’ed Şîbanî îro 18ê Çile li Şamê ligel şanda Komkara Erebî ya bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civiya.

Şîbanî di kongireke rojnamevanî ya hevbeş ligel Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî de got, welatê wî li hêviya vegerandina kursiyê xwe di Komkara Erebî de û beşdarbûna yekemîn civîna bilind a Erebî ye.

Ji aliyê xwe ve Husam Zekî got, Komkara Erebî bi welatên endam re kar dike, da ku Sûriye beşdar bibe û ti pirsgirêk dernekevin.

Şîbanî tekez kir jî, rêveberiya Sûriyê pabend e bi bidestxistina aramî, ewlekariya aborî û siyasî li welat û dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo vegera ewle ya hemû Sûriyan ji derve.

Herwiha amaje bi xebatên ji bo lidarxistina konferanseke niştimanî ya ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê tê de dihewîne, kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir, sizayên ku li ser Sûriyeyê hatine sepandin, di ber çavan re derbas bike.