Human Rights Watch hişyariyê dide: Li Iraqê bidarvekirin zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistineke navdewletî ya mafên mirovan hişyariyê li ser zêdebûna cezayê bidarvekirinê li Iraqê dide û pesnê Herêma Kurdistanê dide ku cezayê bidarvekirinê cibicî nake.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di rapora xwe ya dawî de got, cezaya bidarvekirinê li Iraqê di sala 2024an bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Got jî, berpirsên Iraqê bêyî agahdarkirina parêzer û endamên malbatan û tevî hebûna raporên derbarê êşkenceya beriya darvekirinê, ev ceza li girtiyan pêk anîne.
Li gorî raporê, di sala 2023’an de li Iraqê 13 kes bi hev re hatine bidarvekirin ku weke bidarvekirineke bikomî tê hejmartin. Herwiha di sala 2024’an de jî çendîn bidavekirinên bikomî hatine kirin.
Li hember vê yekê, ew rêxistina navdewletî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide ku 466 kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn hene, lê heta niha ev ceza cibicî nekiriye.
Human Rights Watch pêşwazî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2008an ve, cezayê bidarvekirinê rawestandiye û cibicî nake.