Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî pêşniyareke Mezlûm Ebdî red dike

Merhef Ebû Qesre
Merhef Ebû Qesre

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî pêşniyara Mezlûm Ebdî li ser yekîneyeke girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê red dike û dibêje, “Nabe wan yekîneya xwe ya taybet hebe.”

Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî Merhef Ebû Qesre îro (Yekşem, 19.01.2025) pêşniyara Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî red kir ku gotibû, “Em amade ne hêzên me wekî yekîneyeke taybet bibin pareke Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê”.

Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ragehand, “Nabe ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê yekîneyeke xwe ya taybet li nav Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê hebe.”

Navbirî got, “Em wê pêşniyarê qebûl nakin û nabe wan yekîneyeke xwe ya taybet hebe, belkî divê ew di nav Wezareta Bergiriyê de bihelin.” Herwesa got, “Serkirdeyên HSDê vê pirsê piştguh dixin, bi vî awayî jî çarekirina vê arêşeyê paş dixin.”

Li dû nûçeyên medyayên nêzî HSDê, di çend heftiyên borî de civînek di navbera Hikûmeta Sûriyeyê ya niha û hêzên HSDê de çê bû, lê wan li ser çi yek ji wan pirsan lihev nekiriye, ku girêdayî paşeroja hêzên HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ne.”