Nehro Rewandizî: Edilandina madeya 12ê di berjewendiya Îraq û Kurdistanê de ye

Nehro Rewandizî
Nehro Rewandizî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Çi arêşeyek di rêya dengdana ji bo pirojeqanûna edilandina budceyê de nemaye û her rûniştineke paşerojê ya Civata Nûnerên Îraqê dengî li ser wê pirojeqanûnê dide, ku madeya 12ê girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye.”

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Nehro Rewandizî îro (Yekşem, 19.01.2025) ji K24ê re ragehand, “Li dû civînên lijneyên petrolê û darayî, çi arêşeyek di edilandina qanûna budceyê ya salên 2023, 2024 û 2025ê de nîne.”

Nehro Rewandizî herwesa got, “Hin aliyên Şîeyan dixwazin hin bendan ji qanûna budceyê biguherin, lewma behsa wê yekê dikin ku dixwazin deriyê damezrandinê vekin, li gel mijara pitrodolarê ji bo wan parêzgehên ku petrolê lê derdixin û mafên wan ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve jê re nehatine xerckirin. Dibêjin, ew dixwazin li ser Wezîrê Darayî ferz bikin ku mafên wan parêzgehan bide.”

Navbirî herwesa got, “Aliyên Civata Nûnerên Îraqê fêm kiriye ku edilandina madeya 12ê ya qanûna budceyê di berjewendiya Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.”

Navbirî ron jî kir, “Aliyên Şîeyan ên Firaksiyona Lijneya Petrol û Gazê dibêjin: Em li dijî edilandina qanûna budceyê nînin ji ber ku ew pirojeqanûn, ku girêdayî madeya 12ê ya pirojeqanûna budceyê ye, bandor li ser kêmkirina kurtanîna budceya Îraqê heye, ku eger bi 12 tirilyon dolaran deng li ser bê dan, hemî alî jî li ser wê yek in.”

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Her civîneke din a Civata Nûnerên Îraqê li ser her mijarekê bê kirin, divê mijara yekê dengdana li ser pirojeqanûna edilandina qanûna budceyê be.” Herwesa got, “Mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê bandor li ser budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê hebe.”