Medyayên Israîlê: Tevgera Hemasê sê revandî dane destê artêşa Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Israîlê ragehand ku, Tevgera Hemasê sê revandî dane destê artêşa Israîlê. Tevgera Hemasê jî ew nûçe piştrast kir û got ku, ew pabendî lihevkirina agirbestê ne û ev kar kiriye.
Medyayên Israîlê îro (Yekşem, 19.01.2025) ragehand, “Tevgera Hemasê sê revandî azad kirin û dane destê artêşa Israîlê.” Hemasê jî ji aliyê xwe ve di ragehandinekê de ew nûçe piştrast kir û amaje da ku, ew pabendî lihevkirina wê agirbestê ne û wekî qonaxa yekê sê revandî azad kirine.
Ji aliyekî din ve jî Desteya Pexşê ya Israîlê ragehand, “Tevgera Hemasê ew her sê revandiyên ku azad kirine bi rêya Xaça Sor dane destê Istaîlê.”
Tevgera Hemasê berî nîvroya îro (Yekşem, 19.01.2025) parve kir, “Lîsta nav û wêneyên wan her sê revandiyên Israîlî daye destê navbeykaran (Amerîka, Qeter û Misirê), ku biryar e îro di çarçoveya qonaxa yekê ya lihevkirina agirbestê de bên azadkirin.”