Piştî 12 salan, Konsulxaneya Tirkiyeyê li Helebê dest bi karên xwe dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Helebê ragehand, ku ev 12 sal bûn ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê hatibû daxistin. Ev jî piştî hejmareke pêngavên diplomasî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hat ragehandin.
Şêniyên bajarê Helebê pêşwaziya vekirina Konsulxaneya Tirkiyeyê li Helebê kir û dilxweşiya xwe ji bo vegeriyana Konsulxaneya Tirkiyeyê ji bo wî bajarî diyar kir.
Karên nûjenkirin û çakkirina avahiyê wê konsulxaneyê dest pê kiriye, ku ji sala 2012ê ve hatiye daxistin. Pêşbînî jî tê kirin ku li van nêzîkan ew konsulxane dîsa dest bi karên xwe yên fermî bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li roja Înê, 13.12.2024, ragehand, “Tîma Balyozxaneya Tirkiyeyê li Şamê ji sibe (Şemî, 14.12.2024) ve dest bi karên xwe dike û armanca Tirkiyeyê jî nehêlana YPG û çekdarên biyanî ye.”