Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em dilxweş in ku li ser navê Mala Kurdistanê beşdarî Davosê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vekirina Mala Kurdistanê li Davosê de got: “Em dilxweş in ku bo cara duyem li ser navê Mala Kurdistanê beşdarî Davosê dibin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Çile di vekirina Mala Kurdistanê ya li Davosê de got: “Em dilxweş in ku bi navê Mala Kurdistanê bo cara duyemîn beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê dibin. Ev cara duyem e ku me Mala Kurdistanê li Davosê dirust kiriye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya wan kesan kir ku rola wan di avakirina Mala Kurdistanê de li Davosê hebû ku bûye cihek ji xelkê Kurdistanê û hêvî xwast ku Herêma Kurdistanê bibe dergehek ji bo Iraq û navçeyê, da ku bikarin geşepêdana aborî li navçeyê bipêş bixin.
Herwiha got: “Îro ji bo Amerîkayê rojeke dîrokî ye. Serok Trump çend saet berê sûnd xwar û bi fermî bû Serokê Amerîkayê. Bi navê hemû gelê Kurdistanê em pîrozbahiyê li wî dikin. Em hêvîdar in ku peywendiyên xwe yên stratejîk bi Amerîkayê re bipêş bixin û wek hevalbendê aşitî û aramiyê li herêmê bidomînin. Em hêvîdar in ku Amerîka li Iraqê bi taybetî li Kurdistanê alîkariya me bike, ji bo parastina Herêma me û herwiha pêşxistina aboriya Herêmê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Li navçeyê gelek mijarên girîng hene û guhertinên bilez li navçeyê diqewimin, wek guhertinên li Sûriyê. Em hewl didin ku nekevin nava pirsgirêkan, lê ger em karibin, em ê roleke erênî di pêşxistina aramî û ewlehiya herêmê de bilîzin.
Li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî got: “Li ser vexwendina Serok Barzanî birêz Mezlûm Ebdî serdana Hewlêrê kir û li gel aliyên din yên Kurdî jî axivî, ta ku bi hev re yekrêz bin. Di heman demê de ew bi hev re daxwaza mafên xwe yên rewa bikin û bi desthilatên nû yên Sûriyeyê re bigihin ancamekê, belkû gelê Kurd li Rojava bigihê mafên xwe yên rewa, ji bo ku em karibin li herêmê rewşeke nû ji gelê Kurd re çêbikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ev çend roj in şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê karekî pir cidî ji bo dabînkirina mafên darayî yên gelê Kurdistanê kirin.
Herwiha got: “Em tekezî li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê dikin ku wek xwe bên cîbicîkirin. Em li bendê ne ku danûstandin bikeve meriyetê û pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê êdî nebe pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”