Mesrûr Barzanî: Mala Kurdistanê li Davosê şiyana Herêma Kurdistanê ya dahênan nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi vekirina Mala Kurdistanê li Davosê nîşan da û got: Mala Kurdistanê li Davosê, şiyana Herêma me di warê dahênanê de nîşan dide.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 20ê Çile di yekemîn roja beşdariya xwe di Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê de, bi merasîmekê Mala Kurdistanê vekir, Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew sala duyemîn e bi navê Mala Kurdistanê beşdarî konferansê dibin.

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Mala Kurdistanê li WEF25, şiyana Herêma Kurdistanê ji bo dahênan, veberhênan û geşepêdana stratejîk nîşan dide.”

Korbenda Davosê ji sala 1971ê ve berdewam e û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 4 sal in beşdarî korbendê dibe û Mala Kurdistanê ev sala duyem e li Davosê mêvandariya serok, serkirde û şandên welatan dike.

Gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê îro (Duşem, 20.01.2025) li bajarkê Davosê yê Swîsrayê, bi tevlîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serok û serokwezîrên welatan û du hezar û 500 kesatiyan ji berpirs û şandên welatan, bi rê ve diçe.