Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzî û karê hevbeş ê aliyên Kurdî li Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Çile pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyeyê, encamên gotûbêjan û nêzîkbûna aliyên Kurdî li Sûriyeyê û serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bo Serok Barzanî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzî, hevahengî û karê hevbeş yê aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir.