Serokwezîr bi Wezîrê Derve yê Çîkê re hevdîtin kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Çile li Davosê bi Wezîrê Derve yê Çîkê Jan Lipavsky re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa pêşxistina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çîkê di warên curbicur de, bi taybetî di warê pirrengiya aborî de hate kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyeyê de, bîr û ramanên xwe ji hev re parve kirin.

 
Fly Erbil Advertisment