Civîna PDK û YNKê bidawî hat

Logoyên PKD û YNKê
Logoyên PKD û YNKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê dibêje, “Civîna şanda teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê bidawî hat û biryar e civînên wan berdewam bin.”

Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila îro (Sêşem, 21.01.2025) li Hewlêrê got, “Civîna şanda teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê bidawî hat.”

Li dû zanyarên K24ê jî, tewerên danûstandinên civînên her du aliyan girêdayî binavkirina Serokê Hikûmetê û cîgirê wî bi hev re ji bo pêkanîna hikûmetê, herwesa desthilat li Perlemanê Serokê Perlemanê be wekî Serokê Hikûmetê û Serokê Herêma Kurdistanê, ne ku desteya serokatiyê û desthilatên wezîr û birêveberên giştî li gel desthilatên dadwerî û pirsa ewlehiyê di navbera her du aliyan de, herwesa rêkxistina hêza Pêşmerge û rêkxistina xercî û dahat û parvekirinan, tevî pirsa Hejmara Min û peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê û zêdebarî pirsa deriyên sinorî û hilgirtina berpirsyarîtiyê li tevaya çar salên hikûmetê.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Biryar e di rojên bê de civînên şandên teknîkî yên PDK û YNKê berdewam bin. Eger li ser xalên nakok gehiştin mîkanîzmeke hevpar jî, paştir şandên bilind ên her du aliyan ji bo parvekirina postan dicivin.”

Newres Ebdila ron jî kir, “Lê di wan civînan de behsa parvekirina postan nehatiye kirin, tenê pirsa amadekirina reşnivîsekê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê nebe.”

Navbirî eşkere jî kir, “Ev civîna çarê ya her du şandên PDK û YNKê ye li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de, ku li roja 20.10.2024ê hatin kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistin.

 
Fly Erbil Advertisment