Serok Barzanî: Hilweşandina biryarên Beisiyan vegeriyana mafan bo xwedyên wan e

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di derheqa hilweşandina biryarên Beisiyan de ragehand, “Ew biryar di cihê xwe de ye û vegeriyana mafan ji bo xwediyên wan e.” Herwesa hêvîdar e ev ji bo rastkirina hemî şaşiyan destpêkek be.

Serok Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) di derheqa civîna îro ya Civata Nûnerên Îraqê de peyamek parve kir, ku deng li ser pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Serkirdetiya Beisiyan hat dan.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Piştî demeke zêde ji nemana rijêma berê ya Îraqê, îro Civata Nûnerên Îraqê di pêngaveke giring de deng li ser pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Serkirdetiya Beisê ya hilweşiyayî da, ku girêdayî vegeriyana erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen e.”

Serok Barzanî tekez jî kiriye ku, ew biryar di cihê xwe de ye û vegeriyana mafan ji bo xwediyên wan e. Serok Barzanî herwesa destxweşî li Serokatiya Civata Nûnerên Îraqê û firaksiyonên Kurdistanî û tevaya wan aliyan kir, ên ku rol di derbazkirin û pejirandina wê pirojeqanûnê de hebû û spasiya wan kir.

Serok Barzanî hêvîdar e ev ji bo rastkirina hemî wan şaşî û nerastiyan destpêkek be yên ku li dijî berjewendiyên welatiyên Îraqê bi dirêjahiya dîroka dewleta Îraqê de hatine kirin.