Şandeke Herêma Kurdistanê bo yekalîkirina çarenivîsa zarokên winda serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema yekalîkirina çarenivîsa zarokên winda yên Helebceyê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan serdana Bexdayê dike.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Sêşem, 21.01.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdila Hacî Mehmûd û Sikirtêrê Borda Girêdayî Yekalîkirina Çarenivîsa Zarokên Winda Dilsoz Celal Hisên serdana Bexdayê dike.”

Li dû wê ragehandinê, biryar e ew şand îro û sibe (22-23.01.2025) bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê re bicive, ji bo lidûçûna dosye û çarenivîsa zarokên winda yên Helebceyê.

Dilsoz Celal her duhî taybet ji Malpera K24ê re got, “Sibe (Çarşem, 22.01.2025) Borda Taybet a Zarokên Winda yên Helebceyê bi serokatiya Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan diçe Bexdayê.”

Navbirî eşkere jî kir, “Ew bord ji nûnerên wezaretên Dad, Navxwe, Tendirustî, Kar û Karûbarên Civakî û Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatiye.”

Sikirtêrê Borda Girêdayî Yekalîkirina Çarenivîsa Zarokên Winda ron jî kir, “Em di vê serdanê de bi wezaretên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê û Balyozê Îranê li Bexdayê re dicivin, ji bo ku piroseya lidûçûna keysên zarokên winda bileztir bikin, ji ber ku heta niha çarenivîsa hejmareke zêde ya zarokên winda diyar nîne.”

 
Fly Erbil Advertisment