PDK: Hilweşandina biryarên Partiya Beis a hilweşiyayî pêngaveke giring û pêdivî bû

Logoya PDKê
Logoya PDKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê hilweşandina biryarên Partiya Beis a hilweşiyayî wekî “pêngaveke giring û pêdivî” dibîne, herwesa daxwazê ji Hikûmeta Federalî û aliyên peywendîdar dike ku, di bicihanîna wê qanûnê de rolê xwe bibînin.

Di derheqa dengdan û pejirandina “qanûna hilweşandina biryarên Partiya Beis a hilweşaiyayî” ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê û vegerandina erd û zeviyên zevtkirî ji bo xwediyên wan ên resen de, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê îro (Çarşem, 22.01.2025) ragehandinek parve kir.

Mekteba Siyasî ya PDKê di ragehandina xwe de hilweşandina biryarên Partiya Beis a hilweşiyayî wekî “pêngaveke giring û pêdivî” binav kiriye û bi vê helkeftinê destxweşiyê li nûnerên PDKê û firaksiyonên Kurdistanî dike.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Em hêvîdar in ku ev pêngav paldera zêdetir xurtkirina canê hevpejirandin û pêkvejiyana aştiyane û mukomkirina bingehên avakirina Îraqa nû be.”

Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Em ji Hikûmeta Federalî û dezgehên peywendîdar bihêvî ne ku, di wergirtina rêkarên bicihanîna vê qanûnê de sar nebin û rolê xwe bibînin.”