Îlyas Bûzgan: Amerîka dê ji HTŞê bixwaze bibe alîyekî Peymanên Abraham

Navenda Nûçeyan (K24) – Vegera Donald Trump ji aliyê Tirkiyeyê ve ji nêzik ve tê şopandin. Tirkiye hêvî dike Trump serbazên xwe vekişîne û wekî sala 2019ê operasyonên serbazî li dijî HSDê bike. Lê zanayên siyasetê yên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku kabîneya Trump dê rê nede Tirkiye şerê HSDê bike û Amerîka dê pêwendiyên xwe digel Kurdên Sûriyeyê baş bike. Kesayetekî diyar ê Tirkiyeyê jî dibêje, pirsa derxistina HTŞê ji lîsta terorê dê di navbera Waşîngtonê û Şamê de bibe bazareke germ û ev bazar dê piraniya nediyariyên Sûriyeyê zelal bike.

Destbikarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyê hemû cîhanê taybet welatên Rojhilata Navîn ve nêzik ve tê şopandin. Lewra Trump di demekê de vegeriya ku deshilateke nû li Sûriyeyê peyda bûye û çavê hemû welatên ku hêvî û xemên xwe ji Sûriyeyê hene, meraqa helwesta Trump a li ser hikûmeta nû ya Şamê dikin. Zanayekî siyasetê di wê baweriyê de ye ku pirsa derxistina HTŞê ji lîsta terorê dê di navbera Waşîngtonê û Şamê de bibe bazareke germ û ev bazar dê piraniya nediyariyên Sûriyeyê zelal bike.

Serokê Komeleya Bihêzkirina Demokrasiyê Îlyas Bûzgan ji K24ê re got: “Beramber derxistina HTŞê ji lîsta terorê, Amerîka dê ji HTŞê daxwaza naskirina dostên xwe bike. Dê bixwaze HTŞ jî bibe alîyekî Peymanên Abraham û digel Îsraîlê pêwendiyên stratejîk deyne. Herwiha dê bixwaze HTŞ digel PYDê jî pêwendiyên stratejîk bike û modela birêvebirina dewleta nû ya Sûriyeyê federal be. Eger HTŞ van daxwazên Amerîkayê qebûl neke, dê ji lîsta terorê dernekeve û dê Sûriye niha ku em dikarin bişibînin nexweşeke giran, bimre.” 

Tirkiye ji mêj ve ye ku hêvî dike Trump serbazên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û rê bide wê ku operasyonên serbazî li dijî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk HSDê bike. Li gor şîrovekarekî din ê siyasî Trump di serdema duyem a seroktiya xwe de zêdetir guh bide kabîneya xwe û ev kabîne bi hêviyên Tirkiyeyê yên di derheqê Sûriyeyê de gelek nakok e. Li gor wî Amerîka dê ji Sûriyeyê venekişe û pêwendiyên xwe digel Kurdan pêşve bibe.

Şîrovekarê Siyasî Îbrahîm Varli dibêje: “Sûriyeya nû encama siyaseta hevbeş a Amerîkayê û Îsraîlê ye ku lawazkirina bandora Rûsyayê û Îranê ya li Rojhilata Navîn li xwe digre. Li gor vê siyasetê Amerîka dê li Sûriyeyê mayînde be. Pêwendiyên digel Kurdan dê werin bihêzkirin. Rêveberiya HTŞê dê were naskirin û cezayên li ser Sûriyeyê dê werin rakirin. Dê rê neyê dayîn ku Rûsya û Îran careke din vegerin Sûriyeyê.”

Li pêşiya Sûriyeyê sê senaryo hene. An dê bibe welatekî hevgirtî û demokratîk a hemû pêkhateyan. An dê bibe dewleteka serkutker di bin deshilata HTŞê de an jî şerê navxwe dibe qedera wî welatî. Bêgûman di van hemû senaryoyan de jî destên welatên navçeyî û navdewletî têra xwe dirêj bin.