Pedersen: Rêvebiriya nû ya Sûriyeyê pirsgirêka bakurê rojhilat bi rêyên aştiyane çareser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê daxwaza avakirina artêşeke niştimanî li wî welatî dike. Herwiha dibêje, divê veguheztineke siyasî ya berfereh hebe.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê Geir Pedersen îro 22ê Çile li Şamê di civîneke rojnamevaniyê de got, divê diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê, hemû pêkhateyên li wî welatî bigire nav xwe.
Pedersen tekez kir, ew ê alîkariya dirustkirina jîngeheke guncaw bikin û amadekariya diyalogeke niştimanî bikin ku ji aliyê Sûriyê bi xwe ve birêve diçe.
Pedersen got: “Hebûna artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê nayê qebûlkirin.” Herwiha got, ew kar ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyê dikin.
Pedersen da zanîn, wan garantî wergirtine derbarê beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê di diyarkirina çarenivîs û paşeroja welatê xwe de.
Herwiha tekez kir, wan bi Ehmed Şera re behsa Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirine û di vê çarçoveyê de hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera gaveke baş dît û got, rêveberiya nû ya Sûriyeyê mijara bakurê rojhilatê welat bi awayekî aştiyane çareser dike.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê bang li Amerîka û Tirkiyeyê kir ku rola navbeynkariyê di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bilîzin.
Pedersen got jî: “Ez pêşwaziyê li pabendbûna desthilatên Sûriyeyê yên veguhêz dikim ku dest ji siyaseta tolhildanê bernedin.”