Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cihnişînê Urdinê pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Çile li Davosê bi Cihnişînê Urdinê El-Husên Bin Ebdullah re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cihnişînê Urdinê amaje bi pêwendiyên dostane yên dûr û dirêj ên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî di hemû waran de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Urdin û Şah Ebdullah kir ku di qonaxên cuda de, bi berdewamî piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guhertin û pêşhatên rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina aştî, aramî û mafên hemû pêkhateyên welat hat kirin.