Mesrûr Barzanî: Emê li ser dirustkirina pirên pêwendiyê bo Kurdistanê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh li perawîza Konferansa Davosê, çend hevdîtinên girîng bi mebesta pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatan re kirin û herwiha rewşa Sûriye û Xezzeyê jî gotûbêj kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 22ê Çile li Davosê bi Serokwezîrê Holandayê Dick Schoff, Cîgirê Serokê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Bazirganî yê Erebistana Siûdî Mecid El-Qesebî, Cihnişînê Urdinê Husên Bin Ebdullah û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di hevdîtinan de, pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatan di warên cuda de gotûbêj kirin.
Mijareke din a civînan jî, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bû û tekez li ser rêzgirtina li mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha guftûgo derbarê rewşa Sûriyeyê jî kir û tekezî li ser beşdariya hemû pêkhateyan di proseya siyasî û rêveberiya Sûriyeyê de kir. Berdewamiya agirbesta Xezzeyê û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî jî mijareke din a hevdîtinan bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtinan de, li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Emê li ser dirustkirina pirên pêwendiyê ji bo Kurdistanê berdewam bin.”
We will continue to build bridges for Kurdistan. #WEF25 pic.twitter.com/a0Fxp8Hx7f
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 22, 2025