Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Davosê de, bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re dicive.
Cîgirê Berpirsê Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Ezîz Ehmed li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Aboriyê ya Davosê, îro 23ê Çile bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re dicive.”
Ezîz Ehmed diyar kir, “Ev civîn di çarçoveya hevdîtinên vê dawiyê yên Serokwezîr bi serokên Urdin, Îmarat, Tirkiye û Behreynê re pêk tê. Ew ê di demek nêzîk de li Qeterê wan hevdîtinan bidomîne.”
Herwiha got: “Niha hemû balkişandin li ser kêmkirina alozî û nakokiyên zêdetir li Rojhilata Navîn û vekolîna wê yekê ye ku çawa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare alîkariya pêşxistina têgihiştin û hevkariya zêdetir bike, ji wan jî mafên gelê Kurd li Sûriyeyê.”
Prime Minister @masrourbarzani will meet with Syrian Foreign Minister @Asaad_Shaibani later today on the margins of @wef.
— Aziz Ahmad (@azizkahmad) January 23, 2025
The meeting comes against the backdrop of the Prime Minister’s recent talks with leaders in Jordan, the UAE, Turkey and Bahrain. He will continue those…