HSD: Li başûr û rojhilatê Minbicê 14 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê 14 çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSD`ê derbarê şer û pevçûn ku duh li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê derketine de, di daxuyaniyekê de ragihand, li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê, çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve bi piştgiriya firokeyên şer û dronan êrîş kirin û hêzên me bersiva wan da.”
Da zanîn jî, komeke çekdaran duh hewl dan li Girê Syriatel bikevin çaperên hêzên HSDê, lê wan bersiva wan da û çekdarek hate kuştin, yên mayî jî reviyan.
Her wiha li gundên Ebû Qelqel, Til Erş û Qelaat Necmê jî hêzên HSDê çalakiyek kirin û di encama de 10 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Da zanîn jî, hêzên HSDê gelek çalakî li dijî kombûnên çekdaran kirin û di encamê de, 3 çekdar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê got jî, firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundên Bîr Hesen, depopyên genim yê Sirînê, Pira Qerqozaq, El Tîna û Ceada, derdora bendava Tişrînê û başûr û rojhilatê Minbicê, bombebaran kirin.