Piştî 13 salan geştên asmanî yên Tirkiye-Sûriyeyê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Geştên asmanî yên Tirkiyeyê bo Şamê Paytexta Sûriyeyê piştî 13 salan careke din dest pê kirin.

Hêla Asmanî ya Tirkiyeyê belav kir, piştî 13 salan îro 23ê Çile geştên asmanî di navbera Stenbol û Şamê de, ji nû ve dest pê kir.

Da zanîn, îro sibehê 349 Sûrî piştî çend salan bi rêya firokeyekê ji Stenbolê vegeriyan welatê xwe.

Hêla Asmanî ya Tirkiyeyê ji 1ê Nîsana 2012an vir ve, ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, geştîn xwe yên asmanî bo wî welatî rawestandibû.

Serokê Desteya Firokevanî û Veguhestina Asmanî yê Sûriyeyê Eşhed Silêbî pêştir gotibû, ji 7ê mehê ve ewê dest bi pêşwazîkirina li geştên asmanî ji seranserî welatên cîhanê bikin.

Berî wê jî, firokeyeke testê ya navxweyî ji Firokexaneya Şamê ber bi firokexaneya Helebê ve hatibû destpêkirin, ku yekem geşta asmanî piştî rûxandina rêjîma Esed bû.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment