Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Kirwatyayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Çile di dawiya roja beşdariya xwe di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, ligel Serokwezîrê Kirwatyayê Andrej Plenkoviç civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Wezîrê Derve yê Kirwatyayê Gordan Radman jî amade bû, pêşxistina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser pêwîstiya bihêztirkirina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kirwatya de, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de hevnêrîn bûn.