Lavrov û Fîdan: Divê li Sûriyeyê dawî li rêkxistinên teroristî bê anîn

Sergey Lavrov û Hakan Fîdan
Sergey Lavrov û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyeyê danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û parastina ax û serweriyên wê dikin, pêdivî jî dibînin ku tevaya arêşeyên wî welatî li ser bingeha parastina mafên hemî pêkhateyan bên çarekirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro (Pêncşem, 23.01.2025) ragehand, “Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya peywendiyeke tilefonî danûstandin li ser rewşa Sûriyeyê û pêşhatên wî welatî kirin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje jî da, “Sergey Lavrov û Hakan Fîdan tekez li ser pêdivîtiya parastina yekparçeyî, serwerî û seqamgiriya Sûriyeyê kiriye.”

Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyeyê herwesa pêdivî dît ku, bizavên hêzên navdewletî ji bo çarekirina rewşa Sûriyeyê li ser bingeha parastin û gerentîkirina mafên tevaya welatiyên wî welatî ji derveyê bawerî û netewe û etnîkên cuda hev bigirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê eşkere jî kir, “Lavrov û Fîdan di wê peywendiya tilefonî de bidawîanîna hebûna rêkxistinên teroristî li Sûriyeyê pêdivî dît û tekez jî li ser wê kiriye.”